Li Iraqê rojeke din a bi xwîn: 12 mirî
Li Iraqê rojeke din a bi xwîn: 12 mirî
Li Iraqê rojeke din a bi xwîn: 12 mirî
Li Iraqê, di encama rêze-êrişên li gelemperiya welêt de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 50 kes jî birînda bûn.
Êrişa destpêkê ya bombeyî, li El-Tajî ya 20 kîlometre li bakurê paytext Bexdayê ye rû da. Di encama teqîna li kafeyekê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye, şêniyên Tajî herî zêde Sunnî ye.
Dîsa li bakurê paytext Bexdayê li herêma Thîraa Dîcle, bombeyeke li kêleka rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna dewriya polêsan de teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê teqînê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Fellûceyê jî, çalakgerekî intiharî yê kincê polêsan li xwe kiribû, li navendeke girseyî bombeyên li xwe pêçandibû, teqand. Hat ragihandin ku di encama vê bûyerê de jî 3 polêsan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûne.