Li Iraqê êrîşa bombeyî: Herî kêm 12 mirî
Li Iraqê êrîşa bombeyî: Herî kêm 12 mirî
Li Iraqê êrîşa bombeyî: Herî kêm 12 mirî
Li bajarê Samarra ê dikeve bakûrê paytextê Iraqê Bexdayê, bombeyekî ku li rexê rê hatibû çandin teqiya û di encamê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên polîs û nexweşxaneyan, teqîn li qadek ya dema rûniştvanên bajar ji bo Cejna Qurbanê tişt dikirîn pêkhat. Di êrîşa ku 12 kesan jiyana xwe ji dest da de, 13 kes jî birîndar bûn.
Di Sibata 2006’an de li bajarê Samarra ê 120 km dikeve bakûrê Bexdayê li dijî qadek pîroz ê Şiiyan êrîşa bombeyî pêkhatibû û bibû xala destpêka şerê mezhebî ku heya dawiya sala 2007’an domkiribû û bideh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Ji serê salê ve bitaybet di şerên mezhebî de zêdebûnek çêbûye. Mehane di bûyerên tundrawe de navbera 800 heya 1000 kes jiyana xwe ji dest didin. Ev jimar jî xwe digehîne bûyerên şer ên sala 2008’an.
Li gorî bîlançoya agahiyên AFP’ê ji çavkaniyên polîs û tenduristiyê girtîn, ji serê meha Cotmehê û vir ve zêdetirî 230 kesan jiyana xwe jidest daye, ji serê salê û vir ve jî 4.900 kesan derbaz dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî tenê di meha Îlonê de, zêdetirî 1000 kesan jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2.100 kes jî birîndar bûne.