Li Iraqê êrîş: 19 mirî, 189 birîndar

Li Iraqê êrîş: 19 mirî, 189 birîndar

Di encama êrîşên ku li Iraqê pêk hatin de herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 189 kes birîndar bûn. Êrîş beriya hilbijartinên ku dê 23’yê nîsanê pêk bên, pêk hatin.

Îro li Iraqê di saetên danê sibê de li seranserê  welat 17 êrîş pêk hatin. Di êrîşên li paytext Bexdayê pêk hatin de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 48 kes birîndar bûn.

Li navçeya Duz Xûrmatû ya Kerkûkê wesayiteke ku bombe lê hatibûn barkirin hate teqandin. Li gorî saeta herêmî di 08.00 de pêk hat û di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes birîndar bûn.

Di êrîşa li Nasiriye ya li başûrê welat pêk hat de 14 kes birîndar bûn, di êrîşa li Kerkûkê de kesek jiyana xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn. Di êrîşa li Hillayê de ya ku li başûrê paytextê ye 23 kes birîndar bûn. Êrîşên din jî li bajarê Samara yê eyaleta Selehedînê û Baquba ya eyaleta Diyalayê pêk hatin.

Hêjayê gotinê ye ku dê roja 20’ê nîsanê ji 18 eyaletan, li 12 eyaletên Iraqê hilbijartin pêk bên.