Li Iraqê 17 kes hatin bidarvekirin
Li Iraqê 17 kes hatin bidarvekirin
Li Iraqê 17 kes hatin bidarvekirin
Li Iraqê piraniya wan ku bi xebatên terorîstî tên sûcdarkirin 17 kes îro hatin îdamkirin.
Di daxuyaniya ku di sîteya înternetê ya Wezareta Edaletê ya Eiraqê de hat weşandin de, bê ku tu dîrok bê nîşandan hat destnîşankirin ku 17 kes hatine bidarvekirin.
Di daxuyaniyê de Wezîrê Edaletê Hasan El Şamarî got ku, ji kesên hatine bidarvekirin 16 kes li gorî xala 4 a qanûna têkildarî terorîzmê hatine mehkûmkirin û nehat diyarkirin bê kesê 17’emîn jî ji bo çi hatibû mehkûmkirin. Her wiha agahiya ku ji kesên hatine bidarkirin yek Misrî û yên din jî Iraqî ne, hat parvekirin.
Ev bidarvekirin li pêvajoya piştî ku êrîş li hemberî du girtîgehan çêbû û di nav wan de şefên El Qaîdeyê jî ku hebûn û ji 500’î zêdetir girtî reviyan rast hat.
Bi van bidarvekirinên dawî re ji serê salê ve hejmara kesên hatine bidarvekirin gihişt 67’an. Di sala 2012’an de 129 kes hatibûn bidarvekirin.