Li Iraq û Efganîstanê cejna Qurbanê bi xwîn destpê kir
Li Iraq û Efganîstanê cejna Qurbanê bi xwîn destpê kir
Li Iraq û Efganîstanê cejna Qurbanê bi xwîn destpê kir
Di roja destpêkê ya Cejna Qurbanê de li Efganîstan û Iraqê di encama êrîşên bombeyî de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
Li rojhilatê Efganîstanê bajarê Lobarê, di encama êrîşeke bombeyî ya xwekujî de, ku di dema nimêja cejnê de rû da, li gel walî Arsala Cemal 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li rojhilatê Efganîstanê bajarê Lobarê, di dema nimêja cejna Qurbanê de êrîşeke xwekujî ya bombeyî rû da. Di bûyerê de li gel waliyê bajêr Arala Cemal 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 5 ji birîndaran giran e.
Cemal dema ji bajarê Khostê re Walîtî dikir rastî êrîşeke xwekujî hatibû, lê ji êrîşê bi saxî filitîbû.
Li Kerkûkê, di dema derketina ji nimêja cejnê de li ber mizgeftê bombeyek teqiya û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kerkûkê bombeya ku li ber Mizgefta Qudis a Sûniyan hatibû bicihkirin, di dema derketina ji nimêja cejnê de hat teqandin.
Rayedarê polîsan dan xuyakirin ku di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 19 kes jî birîndar bûne.
Li gelemperiya Iraqê, bi tundbûna şerê mezhebî re bi giranî cihên pîroz ên Sûnî û Şîan hedef tên girtin.
Tê gotin, ji destpêka salê û vir ve li gelemperiya Iraqê herî kêm 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.