Li Îngîltere û Danîmarka çalakiyên li dijî DAIŞ

Li Îngîltere û Danîmarka çalakiyên li dijî DAIŞ

Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û dewleta Tirk a piştgiriyê dide çeteyan li Îngîltere û Danîmarka çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Îngîltere Londra bi banga Nûnertiya Brîtanya ya PYD’ê û Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya Kurdên li ber avahiya sefaretxaneyê hatin gel hev xwestin dewleta Tirk dawî li piştgiriya xwe ya ji DAIŞ re bîne.

Di daxuyaniyên bi Îngîlîzî û Tirkî de êrîşên çeteyên DAIŞ, piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re hat şermezarkirin û banga hestyariyê li raya giştî hat kirin.   

Dosyaya ku dihat xwestin radestî rayedarên Sefaretxaneya Tirk  bê kirin, ji aliyê rayedarên sefaretxaneyê ve nehat girtin.

Piştî çalakiya saetek û nîvê ya li ber sefaretxaneyê, çalakvan ber bi Downîng Street ve meşiyan.

 DANÎMARKA

Li Kopenhagê saziyên civaka sivîl û rêxistinên siyasî çalakiyek li dar xistin, ji bo Kobanê û Rojava alîkariya lezgîn ji bo hêzên YPG’ê banga alîkariya çekan kirin.

Di mîtînga li ber parlamentoyê de bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Di mîtîngê de berdevkê meclîsa Partiya Yekîtî  (Enhedslisten) Pelle Dragsted axaftinek kir û di serî de dewleta Tirkiyeyê ya piştgiriyê dide çeteyan şermezar kir, ji Danîmarka xwest ku alîkariya lezgîn û ji hêzên YPG’ê re jî alîkariya çekan bike.

Di mîtîngê de li ser navê  Feykurd, PYD û PJAK jî axaftin hatin kirin.