Li Îngiltere derbarê Wezareta Navxweyî de lêpirsîna nîjadperestiyê

Li Îngiltere derbarê Wezareta Navxweyî de lêpirsîna nîjadperestiyê

Derbarê Wezareta Karên Navxweyî ya Îngiltereyê de ji ber di operasyoneke hefteya borî de di kontrolkirina nasnameyan de cudatî hatiye kirin lêpirsîn hat destpêkirin.

Komîsyona Wekhevî û Mafê Mirovan, nivîsek fermî ku ji Wezareta Karên Navxweyî re şand li ser gilî û gazincên di operasyona li hemberî koçberên qeçax de “tenê ji kesên ne çermspî ku nasname hatiye pirsîn” de parastin xwest. 

Şahidên bûyerê dabûn xuyakirin ku polîsên li her çar îstasyonên trênan ên Londonê wezîfedar, tenê kesên ne çermspî rawestandine û nasnameyên wan kontrol kirine. Piştî ev bûyer hat bihîstin li Îngiltereyê dengvedaneke mezin çêkiribû.   

Yekeya Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî her çi qasî îdiayan red bike jî lêpirsîna têkildarî mijarê ya hat destpêkirin di raya giştî de bû sedema nerazîbûnên ciddî.

Li Îngiltereyê tu heqê polîsekî nîn e ku bi serê xwe statuya koçbertiyê ya kesekî pirs bike. Di kontrolkirina  nasnameyan de divê teqez sedemek hebe.

Ligel wê rêxistinên jinan jî tevlî mijara ku tê gotin polîs wezîfeya û rayeya xwe derbas kirine bûn. Rêxistina jinan a bi navê Birayên Reşik a Southall ku daxuyanî da rojnameya The Independent destnîşan kir ku di hin bûyerên şîddeta di nav malê de polîsên tên cihê bûyerê nasnameyên jinan pirs dikin.