Li Hondûrasê mûxalefet li qadan e
Li Hondûrasê mûxalefet li qadan e
Li Hondûrasê mûxalefet li qadan e
L Hondûrasê, mûxalefeta çep a li dij encamên hilbijartinê derket, duh li qadan bû. Partiya Azadî û Ji nû ve Avabûnê ya di bin sîwanê wê de rêxistinbûyînê herêmî, sendîkavan û siyasetmedarên çepgir heye, da xuyakirin ku ji bo betalkirina encamên hilbijartinan ewê serî li dadgeha bilind bide.
Di çalakiya li paytexta Hondûras Tegûcîgalpa'yê de encamên hilbijartinê hatin protestokirin.
Piştî ku Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind hefteya bihurî îlan kir ku namzetê rastgir ê niha li desthilatdariyê ye û di heman demê de serokê parlamentê ye Jûan Hernandez qezenç kiriye, mûxalefet herikî kolanan. Tê gotin ku Hernandez ji sedî 36.8 ê dengan stendiye.
Namzetê Partiya Azadî û Ji nû ve Avabûnê ya di bin sîwanê wê de rêxistinbûyînê herêmî, sendîkavan û siyasetmedarên çepgir heye Xîomara Castro jî ji sedî 28.79 ê dengan wergirt û bû duyemîn.
Xîomara Castro û alîgirên wî encamên hilbijartinê qebûl nakin û dixwazin ji nû ve bên jimartin.
Eniya Çep diyar dike ku li gorî jimartina wan, wan hilbijartin qezenç kirine. Lîdera ji wezîfeyê hat girtin û hevsera Castro Manûel Zelaya di axaftina xwe ya li miîtînga duh de got, "Eger ji nû ve em bijmêre, dê Azadî qezenç bike." Zelaya diyar kir ku ew li Hondûrasê karên ne li rê naxwazin û got, "Em naxwazin hikûmeteke sextekar were avakirin." Zelaya ragihand ku yekitiya çep dê ji bo betalkirina encamên hilbijartinê serî li dadgeha bilind bide.
Serokê Dadgeha Bilind a Hilbijartinê Davîd Matamoros jî di bernameyeke duh a li kanaleke televîzyonê de got, "Em bi nûnerên Azadî re hatin cem hev, em amade ne bi wan re encamên hilbijartinê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin."