Li Hondûrasê encamên hilbijartinê yên bi guman
Li Hondûrasê encamên hilbijartinê yên bi guman
Li Hondûrasê encamên hilbijartinê yên bi guman
Li Hondûrasê di tûra yekemîn a hilbijartinên serokatiyê de namzetê Partiya Neteweperest Jûan Orlando Hernandez bi rêjeya ji sedî 34.27 ê dengan li pêş e. Namzetê sosyalîst Xîomara Castro jî bi rêjeya ji sedî 28.67 ê dengan di rêza duyemîn de ye. Partiya Azadî û Ji nû ve Avakirinê jî ku di hilbijartinên serokatiyê de xwedî îdîaye ragihand ku ew encamên hilbijartinê qebûl nake.
Hondûra ji bo xwe ji bandorên neyînî yên darbeya leşkerî ya sala 2009'an rizgar bike duh li ser sindoqan bû. Du saet piştî girtina buroyên hilbijartinê lîderê Partiya Neteweperest Jûan Orlando Hernandez û namzetê Partiya Azadî û Ji nû ve Avakirinê (Azadî) Xîomara Castro serketina xwe îlan kirin.
Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind diyar kir ku rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 54 e û namzetê Partiya Neteweperest Jûan Orlando Hernandez li pêş e. Namzetê sosyalîst Xîomara Castro jî bi rêjeya ji sedî 28.67 di rêza duyemîn de ye. Namzetê partiya Lîberal a Rastgirt Maûrîcîo Vîlleda bi rêjeya ji sedî 20.94 ê dengan di rêza sêyemîn de cih digire.
HIŞYARIYA BÊRÊTIYÊ HATIBÛ KIRIN
Beriya çend hefteyan di Azadî hişyariyariya karên ne li rê kiribû. Bi aşkerakirina encamên destpêkê yên hilbijartinê re rayedarên Azadiyê li ser Twîtterê nirxandina "Em encamên ji aliyê Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind ve hatine aşkerakirin qebûl nakin" kirin. Diyar kirin ku Azadî di Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind de nayê temsîlkirin.
Herî dawî di lêpirsîneke ji gel a beriya mehekê ji aliyê Cîd Gallûp ve hatibû kirin Castro di rêza yekemîn de xuya dikir. Hernandez jî ew dişopand.
Castro di tevahiya kampanya xwe ya hilbijartinê de soz da ku ewê xebata meclîseke damezrîner bimeşîne, Hernandez jî ji bo Hondûras a xwedî pirsgirêkeke cidî ya ewlekariyê ye soza "Anîna ewlekarî û aştiyê da." Hondûras bi 20 bûyerên kuştinê yên rojane re, di nava cîhanê de welatê ku herî zêde lê mirov tên kuştin e.
DIXWAZE LEŞKERAN DÎSA TÊXIN DEWRÊ
Li vî welatî ku piştî darbeya leşkerî ya 2009'an gelek parêzer, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, sendîkavan û rêveberên gundiyan hatin qetilkirin, Hernandez sozê dide ku eger bê hilbijartin ewê leşker û polîsan bixe dewrê û aştî û ewlekariyê bîne.
Jûan Orlando Hernandez ku parêzer û tegmen ê cîgir e, yek ji wan kesên destek dida darbeya leşkerî ya sala 2009'an. Hernandez ê yekemcar di sala 1997'an de bû parlamenter, di heman demê de serokê kongreyê ye.