Li Hondûrasê encamên hilbijartinan dê ji nû ve bên kontrolkirin
Li Hondûrasê encamên hilbijartinan dê ji nû ve bên kontrolkirin
Li Hondûrasê encamên hilbijartinan dê ji nû ve bên kontrolkirin
Li Hondûrasê, belgeyên girtina sindoqan a hilbijartinên 24'ê Mijdarê dê ji nû ve bên kontrolkirin. Piştî ku mûxalefet roja Yekşemê daket kolanan û protesto lidar xist, Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind a Hondûrasê diyar kir ku wê belgeyên girtina sindoqan bên jimartin.
Serokê Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind Davîd Matamoros got, "Em her tiştî li pêş çavên gel bikin, ku ti guman li naverastê nemîne."
Manûel Zelaya bi sedema ku herî kêm 200 kes tevli karên ne li rê yên hilbijartinê bûn, li ser navê yekitiya çep daxwazname radestî Dadgeha Hilbijartinê ya Bilind kir. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku 16 hezar û 135 belgeyên girtina sindoqan ên orjînal ji nû ve bên kontrolkirin.
Li gorî encamên hilbijartinan, namzetê partiya rastgir Jûan Orlando Hernandez bi rêjeya ji sedî 36.80 bi ser ket.