Li Hondûrasê çepgir xwe amade dikin hilbijartinan protesto bikin
Li Hondûrasê çepgir xwe amade dikin hilbijartinan protesto bikin
Li Hondûrasê çepgir xwe amade dikin hilbijartinan protesto bikin
Li Hondûrasê serketiyê hilbijartinan bû namzetê rastgir Jûan Orlando Hernandez. Hernandez bi 8 pûanan namzetê çepgir Xîomara Castro derbas kir. Castro jî bang li alîgirên xwe kir ku encamên hilbijartinê protesto bikin.
Serokê Dadgeha Bilind a Hilbijartinê Davîd Matamoros di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyonê de diyar kir ku Hernandez ji sedî 36.8, Xîomara Castro jî ji sedî 28.79 ê dengan bi dest xistine.
Dadgeha Bilind a Hilbijartinê hînê encamên fermî yên hilbijartinên hefteya bihurî aşkera nekiriye. Namzetê çepgir Xîomara Castro da xuyakirin ku di hilbijartinan de karên ne li rê hatine kirin, lewma bang li alîgirên xwe kir ku îro protestoyan lidar bixin.