Li Hindistanê zarok ji xwarinê bi jehrî ketin

Li Hindistanê zarok ji xwarinê bi jehrî ketin

Li Hindistanê piştî xwarina li kantîna dibistanê zarok bi jehrî ketin, 20 zarokan ku jiyana xwe ji dest dan 30 zarok jî rakirin nexweşxaneyê. Li Eyaleta Bihar a li Rojhilatê Hindistanê zarok ji xwarina kantînê bi jehrî ketin.

Li gorî daxuyaniya fermî, li dibistana li gundê Marakh, 20 zarok piştî xwarina nîvro ya kantinê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya ku berê hatibû dayîn de hatibû gotin ku 8 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 80 zarok ji bandor bûne.

Xwarina nîvro ya zarokên ku hemû di bin 10 salî re birinc û nîsk bû. Xwarinên li kantînê li mutbexa dibistanê çêdibin. Piştî ku zarokan jiyana xwe ji dest da gel daketin kolanan û rayedar rexne kirin. Xwepêşandêr dixwazin rayedarên herêmî bi awayekî ciddî werin cezakirin. 

Li 29 eyaletên Hindistanê ji bo zarokên rewşa malbatên wan ne baş ji kantîna dibistanê xwarin tê dayîn.  Eyalet Bihar jî eyaleta ku nufûsa wê herî zêde û herî xizan e. 

Li Hindistanê gelek caran mirov li dibistanan ji xwarinê bi jehrî dikevin. Ev ji ber ku paqijî û hijyen kêm e ku rû dide kalîteya xwarinê jî tesîra xwe çêdike.