Li Hîndîstanê êriş: 23 mirî
Li Hîndîstanê êriş: 23 mirî
Li Hîndîstanê êriş: 23 mirî
Li Hîndîstanê li dijî karwaneke ji siyasetmedarên partiya Kongreyê pêk dihat, êrişeke çekdarî hat kirin. Di encama êrişê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Karwana ji alîgirên Partiya Kongreyê ya li Hîndîstanê deshilatdar e û lîderên rêveberiyên herêmî, li êrişeke çekdarî rast hatin.
Çavkaniyên polêsan dan xuyakirin, ku bûyer li herêma Sûkma ya li eyaleta Chhattîsgarh qewimiye û êriş ji aliyê komeke ji 200 çekdaran ve hatiye kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di bûyerê de destpêkê mayinek teqiyaye û dûre gulle li karwana ji wesaîtan hatine reşandin. Di encama êrişê de, li gorî agahiyên destpêkê 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 30 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku di nava miriyan de du lîderên partiya kongreyê, pênc polês û alîgirên partiyê hene. Partiya Kongreyê li eyaleta Chhattisgrarh, pariya mûxalefeta bingehîn e.
Rayedarên dewletê, berpirsyariya êrişê davêjin ser milê gerîlayên Maoîst ên ji sala 1967'an û vir ve li 20 eyaletên Hîndîstanê têkoşîna çekdarî dimeşîne.
Di vê navberê de hat îddîa kirin ku di nava kesên di êrişê de hatine kuştin Mahendra Karma jî heye ku li dijî gerîlayên Maoîst rêxistineke paramîlîter ava kiribû. Tê gotin, rêxistina paramîlîter a mijara gotinê, heta niha mora xwe avêtiye binê gelek çalakiyên hovane yên li dijî mirovên sivîl.