Li bajarê Hesekê di çarçoveya amadekariyên zivistanê de, jin genim ji bo xwarinên zivistanê amade dikin. Karên ku li welatên din bi kargehan tê kirin, li vir wekî çandek hezaran salan, her merheleyek wê bi destê jinê tê çêkirin û ji bo xwarinên cuda tê amadekirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, çanda çandiniyê ku bi pêşengiya jinê hatiye destpêkirin û ji mirovahiyê re wekî mîrate hatiye hiştin, didome. Pêşengiya jinê ya di warê çandiniyê û karên malê hîn dom dike. Yek ji karên ku jin pêşengiya wê dike jî, amadekirina genim a ji bo xwarinên zivistanê ye.
Genimê ku li welatên din li kargehan wekî cureyên cuda tê amadekirin, li vir bi destê jinê tê kirin. Ji kelandin, hêrandin, ji hev veqetandin û heta curekirina ji bo xwarinan hemû merhele bi destê jinê têne çêkirin.
Piştî ku genim ji zeviyê hate hilanîn, ji aliyê jinan ve pêşiyê tê kelandin, piştre li ber tavê tê zuwakirin û piştre jî dibin aşî û dihêrin. Piştî vê merheleyê jî, dîsa jin genimê xwe ji aşî dibin malê û destpêkê dibin ber bayê û qalikên wî ji hev cuda dikin.
Piştre jî bi 4 moxelên cuda, genim ji hev vediqetînin. Ev genimê hatiye veqetandin jî, ji ya herî hûr heta ya herî gir ji bo xwarinên wekî; kifte, kutilk, savara gir û hur, beloî tê cudakirin. Qelpikê dimîne jî, ji bo xwarina pez tê veqetandin.
Li bajarê Hesekê jî, bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, jin jî genimê xwe ji bo xwarinan amade dikin. Jinên ku hemû merheleyan bixwe çêdikin, diyar kirin ku ev çanda bav û kalên wan e û ew jî didin domandin. Jinan destnîşan kirin ku ew kedek mezin didin, zehmetiyan jî dibînin, lê ew wekî çandek kurdî jî, ji vê xebatê hez dikin.