Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan dest pê kir

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan dest pê kir.

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran bi dirûşmeya “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan dest pê kir. 14 xwendekarên beşa wênekêşiyê ya Çand û Hunera Baqî Xido bi 54 tabloyan tev li pêşengehê bûn.

Beriya vekirina pêşengehê Hevseroka Çand Hunera Baqî Xido Emîne axivî. Emîne anî ziman ku ev berhemên salekê yên xwendekarên me ne û got: “Di her tabloyek xwendekarên me de çîrokekê di nava xwe de dihewîne. Em ê bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê bibin bersiv.”

Piştî axaftinan xwendekarên tev li pêşengehê bûn hatin xelatkirin.

Pêşengeha wêneyan wê sê rojan berdewam bike.