Li Helîlbronnê konferansa berxwedana çandî hate lidarxistin

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê bi navê ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê berxwedana çandî’ konferansa çanda Kurd hate lidarxistin.

Hunermendên Kurd li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hatin ba hev û konferanseke çandê li dar xistin. Gelek hunermend tevlî konferansê bûn.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Temelî, Hasan Saglam, Seyidxan, Cewat Merwanî, Emele û Hozan Comert jî tevlî konferansê bûn.

Di destpêkirina konferansê de hunermend Emele diyar kir ku li dijî asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdan bi hezaran ciwanên Kurd bi berxwedanê canê xwe didin.

Di konferansê de ji bo zindîkirina çand û zimanê Kurdî nîqaş hate kirin.