Li Helebê Şer û Pevçûn didomin
Li Helebê Şer û Pevçûn didomin
Li Helebê Şer û Pevçûn didomin
Komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bajroka Sifîra a li rojavayê Helebê topbran kirin. Balfirên şer ên rêjîmê jî herêma derdora girtîgeha Helebê ya Navendî bombebaran kir. Hate raghîhandin ku ji ber bombebaranê hin girtî mirine.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete ên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bajaroka Sifîrê ya li rohhilatê Helebê ku mehek berê ketiye destê rêjîmê topbaran kirin. Hate ragîhandin ku topbaran piştî şerên dijwa di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ'ê pêk hatiye. Derbarê encama topbaranê tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.
Li aliyê din balafirên şer ên rêjîmê derdora girtîgeha Navendî ya Helebê topbaran kirin. Hate ragîhandin ku di encama topbaranê de hin girî jiyana xwe ji dest dane. Hêjaye gotinê ku girtîgeha Helebê ji beriya 9 mehan ji ber şer û pevçûnan hatiye dorçkirin. Her wiha balafirên şer ên rêjîma Baas bajaroka Kefer Hemra, Mayir û Heyan ên bakurê Helebê topbaran kirin. Li bajaroka Neqarên jî di navbera rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ'ê pevçûn rûdane. Hate ragîhandin ku di van pevçûnan de 4 endamên DAIŞ'ê hatine kurştin, her wiha topek hawanan li herêma Lîremûn ketiye û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.
Komên çekdar ên bi navê Cebheta Îslamî, Cebhet El-Nusra, Tevgera Fetih El-Şam a Îslamî şerê rizgarkirina nexweşxaneya Kendî ya li nêzî girtîgeha Miselemiyê dane setpêkirin. Hate gotin ku komên çekdar tangek hêzên rêjîmê ruxandene, her wiha kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne.
Hêzên rêjîmê herêmên Bustan Başa ya Helebê topbaran kirin. Hate ragîhandin ku ji ber topbaranê kesên sivîl jiyana xwe jidest dane û birîdar bûne. Her wiha topek hawanê li taxa Silêmaniyê ya Helebê kitiye û bû ye sedema mirina sivîan. Derbarê hejmarê de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.