Li Helebê 5 endamên çetan hatin kuştin
Li Helebê 5 endamên çetan hatin kuştin
Li Helebê 5 endamên çetan hatin kuştin
Li Helebê di navbera hêzên YPG'ê û komên çete de şer didomin. Hate ragihandin ku di pevçûnên piştî nîvro de 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, şer û pevçûnên li Helebê di navbera hêzên YPG'ê û komên çete de dom dikin. Hate ragihandin ku di şerê piştî nîvro de 5 endamên komên çete hatine kuştin û gelek ji wan hatine birîndarkirin.
Li aliyê din hate gotin ku komên çekdar ji kolana Muxaberatê ku hêzên rejîmê jî li wir hene û piştgiriya komên çete dikin û ji taxa Sekin Şebabî topên hawanê di avêjin taxa kurdan Şêxmeqsud. Hate ragihandin ku di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mehmud Yasil Mehemedî yê 36 salî û jina bi navê Wezîr Ehmed 56 jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku pevçûnên li herêmê didomin.