Li Helebçeyê pîrozbahiya Şeva Yelda

Şeva Yelda lu şeva herî dirêj a salê ye, li Helebçeyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Şevê din  li salona Çalakiyan a Helebçeyê bi wesîleya Şeva Yelda şahiyek hate lidarxistin. Şahiya ku gelek welatî tevlî bûn, hunermend Mihemed Reuf Kerkûkî, Tara Resûl, Aryan Kerîm û çend hunermendên herêmî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Derbarê pîrozbahiyê de Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Helebce Mihemed Fetah ji Rojnews re got, "Îşev Şeva Yelda ye, şeva herî dirêje, ji bona wê me ev şahî lidarxist û xwest kêfxweşiyê bixin nava dilê beşdaran."

Şeva Yelda şeva herî dirêje û dawiya demsala Payîzê ye. Bi vê wesîleyê li tevayî Kurdistanê çalakî û şahiyên taybet tên lidarxistin.