Li Hanau ciwanê Kurd dawî li jiyana xwe anî

Li Hanau ciwanê Kurd dawî li jiyana xwe anî

Li bajarê Hanau yê Elmanya ciwanê temen 20 salî binavê Ferhat Tûrkmen dawî li jiyana xwe anî.

Dûh li navenda îstasyona trenê ya bajarê Hanau ya Elmanyayê ciwanê Kurd yê binavê Ferhat Tûrkmen, dema ku tirena bar derbazdibû xwe avêt ser rêya tirenê û dawî li jiyana xwe anî.

Wê sibe ji bo cenazeyê ciwanê Kurd saet di 11.00’an de li komela Mezopotamya a Hanau merasîmek bê lidarxistin û piştre berbi memleketê wî navçeya Mêrdîn Midyatê ve were şandin.