Li Hamburgê peyama 'Rojava tu ne bitenêyî'
Li Hamburgê peyama 'Rojava tu ne bitenêyî'
Li Hamburgê peyama 'Rojava tu ne bitenêyî'
Çalekiya ku dibin pêşengtiya Meclisa Jina ya Rojbîn û Meclisa Gela Hamburg çêbûyî de nêzî 500 kesan beşdar bû. Di dema meşê de slogana 'Bijî berxwedana YPG/YPJ' di hat avêtin û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, KJB û wêneyê endamê MLKP’ê Serkan Tosunê ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayî hilgirtin û belavokên YEK-KOM’ê amadekirîn hatin belav kirin.
Parlemetera Partiya Çepa Hamburgê Cansu Ozdemîr, AGÎF û Kurdisataniyên ji bajarê Kiel’ê hatîn beşdarî çalekiyê bûn. Di axivtinên ku hatîn kirîn de bal hat kişandina li ser êrîşên El Nusra yên li ser destkevtiyên Rojavayê Kurdistanê û bang hat kirin ku xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derkevin.
Meşa ku li Reesendammbreckê destpê kirî li ber balyozxaneya Tirkiyê bi dawî bû.
Axivtinên ku li ber avahiya balyozxaneyê hatîn kirin de alîkariya Tirkiyê ya ji bo çeteyên El Nursa hat şermezar kirin. Ji hêzên navnetewî jî hat xwestin ku çekên tên firotina alîgirên şer yên li Tirkiyê û Sûriyeyê bên sekinan din. Di çalakiyê de bang hat kirin ku bi awayekî çalak tevlî kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê TJKE(Tevgera Jinên Kurdên Ewrûpa) û Heyva Sora Kurdistanê ve hatîn destpê kirin bibin.