Li Hamburg 22’emîn çalakiya ‘Edalet’ê
Li Hamburg 22’emîn çalakiya ‘Edalet’ê
Li Hamburg 22’emîn çalakiya ‘Edalet’ê
Jinên Kurdistanî vê hefteyê jî li Hamburg ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê li qadan bûn.
Jinên Kurdistanî yên li Hamburga Elmanya dijîn di 22’emîn “Çalakiya Edaletê” de hatin gel hevdu.
Çalakiya ku di pêşengiya Meclîsa Jin a Rojbîn de pêk hat vê hefteyê li ber Navenda Kirînûfirotinê ya Mercado hat lidarxistin. Di çalakiyê de di daxuyaniya ku li ser navê Meclîsa Jin hat xwendin de helwesta dewleta Fransa ya tevî ku 6 meh li ser qetlîamê re derbas bûye jî ku tu daxuyaniyeke bûyerê ronî bike nedaye het şermezarkirin.
Jinan her wiha xwest ku PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin- siyasetmedarê Kurd Adem Uzun û girtiyên siyasî yên din jî werin berdan, nêzîkatiyên astengdar û qedexeker ên li ser sazî û dezgehên gelê Kurd bên rakirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî gelek îmze hatin komkirin.
Jinan peyam dan ku heta Qetlîama Parîs were ronîkirin wê di nav çalakiyan de bin û bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo". "Şehîd Namirin", "Leyla, Sakîne û Fîdan bêmirin in" dawî li çalakiya xwe anîn.