Li Graz û Hannoverê meşa xwedî derketina şoreşa Rojava

Li Graz û Hannoverê meşa xwedî derketina şoreşa Rojava

Li bajarê Avûsturyayê  Grazê û yê Almanyayê  Hannoverê meşa xwedî derketina li şoreşa Rojava hat li darxistin.

Li Grazê saet di 14.30'an de li Griesplatzê gelek Kurdistanî  hatin li gel hev û haya ber avahiya şaredariya Grazê ya li Hauptplatzê meşiyan.

Bi zimanê Almanî pankarên “Li Sûriyê rêya sêyem, Otomiya Demokratîka Rojavayê Kurdistanê”, “Em şoreşa Rojavayê Kurdistanê slav dikîn”, “Bila qetliamên Rojava dawî lê bê” vekirin. Gelek alên Konfederalizma Demokratîk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di derbarê komploy a 9’ê Cotmehe a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî li darxistin û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de belavokên bi zimanê Almanî  hatin belav kirin.

Meş  Hauptplatzê bi dawî bû. Piştî meşê mitîng hat lidarxistin. Di axivtinên di mitîngê de hatin kirin de hat destnişan kirin ku Rêberê Gelê Kurd di Newroza 2013’an de tewrê xweyê aştiya ne  daye diyar kirin, lê belê APK’ê li himberî vê yekê tiştek nekiriye û bi pakêta xwe re disan helwestên înkarê îsrar kiriye. Di axivtinan de Şoreşa Rojava jî hat silav kirin. Mitîng di saet 16:00’an de bi sloganan bi dawî bû.

Li bajarê Almaniyayê  Hannoverê jî mitînga piştgiriya bi Rojava re hat li darxistin. Di axivtinên di mitîngê de hatîn kirin de hat xwestin ku, gelê kurd yên li Ewrûpayê jiyan dikin hîn xurtir piştgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê.