Li gorî dadgerê doza KCK’ê bi Kişanak re wêne girtin sûce
Li gorî dadgerê doza KCK’ê bi Kişanak re wêne girtin sûce
Li gorî dadgerê doza KCK’ê bi Kişanak re wêne girtin sûce
6’emîn doza KCK’ê ya Stenbolê a ku 97 jê girtî û 205 siyasetmedar kurd yên di nava wan de aktîvîstên mafên mirovan jî heyî, piştî parastina wan hat kirin, doz tawloqî sibê hat kirin.
6’emîn doza sereke ya Stenbolê ku 97 jê girtî û 205 siyasetmedar û aktivîstên mafên mirovan dihatin darizandin, li avahiya hemberî Saziya Înfaz û Ceza ya Sîlîvriyê di 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran de hat dîtin. Dozê bi parastina perwerdekarê Akademiya Siyasetê ya BDP’a Stembolê Kemal Sevan dest pê kir. Seven di parastina xwe de diyar kir ku ew di îfadeya dozgeriyê de dixwaze guhertinekî bike û wiha got: “Min di îfadeya xwe de gotiye ez endamê BDP’ê me. Ez wê demê ne emdamê BDP’ê, li wir dixebitîm. Ez dixwazim ev bê sererastkirin.”
Sevan di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku di klasora ku der barê wî de hatiye amadekirin de, hejmarên telefonên ku hatine diyarkirin navên Abdulkadîr Akdag û Nural Dogan jî hene, pirsa gelo ev di klasorê de çi sûcî îfade dike pirsî û ev tişt got: “Ev endamên û xebatkarên BDP’ê ne. Ez jî li BDP’ê dixebitim ev ne asayî ye, ne asayî ye ku telefona min li gel van kesan be.”
Seven destnîşan kir ku derketina wî ya derveyî welat wekî têkiliya wî bi KCK û PKK’ê re heye hatiye nîşandan û wiha pêde çû: “Di 2003’yan de birayê min li Elmanayayê girtî bû, ji bo biçim serdana wî çûm. Di sala 2010’an de jî ji bo birayê xwe bizewicîmin çûm. Ji hêla din ve bi milyonan mirov derdikevin derveyî welat, ev ne sûc e, gava em kurd derdikevin derveyî welat sûc e. Wate dayîna vê gelekî zehmet e”
Seven bi lêv kir ku dîsa ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ve ji wî re peyamek hatiye şandin û naveroka peyamê bi kurdî ‘Di saet 13’an de dersa dîrokî tê dayîn’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di klasora pêvek ya delîlan de dozger wiha şîrove dike, ‘PKK Kongra Gel mirovan bi pêş dixe.’ Niha we ev ji ku derxist min fêm nekir. Di tiştekî wiha de çawa wateyeke bi vî şeklî tê derxistin bi rastî jî ecêm e. Di peyameke din ya ku ji hêla enstîtuyê ve hatiye şandin de jî dibêje, ‘îro nobeta kon tune.’ Tê gotin ev TZPkurdî nivîsye, lê gava dozger werdigerîne diyar dike ku ‘îro nobete kon tune. TZP Kurdistan.’ Ev peyam ne tenê bi min re ji hemû emdamên enstîtuyê re hatiye şandin. Ji hêla din ve wekî ku nobedarî ya min e hatiye destnîşankirin, tiştekî wiha tune. Qaşo TZPkurdî jî wekî TZP Kurdistan hatiye destnîşankirin. Ev jî dide xuyakirin îdianame bi çi cidiyetê hatiye amadekirin radixe ber çavan.”
SEVEN HERÎ DAWÎ TEHLIYEYA XWE XWEST Û PIŞT RE DERBASÎ ÎKAMEYA DELÎLAN BÛN.
Serokê Dadgehê Alî Alçik, destpêkê pirsa tu sala 2011’an de beşdarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûyî pirsî. Seven jî aşkera kir ku ew beşdar bûye û diyar kir ku ev çalakiyeke demokratîk e. Alçik pirsa, “Di CD’yên ji mala we hatine girtin de hin navnîşanên malperên înternetê hene. Hûn ji bo van çi dibêjin.” Seven, bersiva “Di wir de navnîşana Cemîl Çîkeç jî heye. Ev tiştekî gelekî alayî ye” da dozger. Alçik ji seven pirsa: “Wêneyên weyên bi Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel re hatine kişandin hene. Hûn ji van re çi dibêjin” pirsî, Sevenê ku bersiv da Alçik û tişt got: “Ev wêneyên ku di vekirina Akademiya Siyasetê de hatine kişandin in. Gelek wêneyên mine bi vî rengî hene.” Dozger Îsmaîl Işik jî pirsa “Di mala we de ajandayek hatiye destaserkirin. Di ajandayê de gotineke ‘Ji Rêbertiyê re an dê dewlet qebûl bike an jî şerê gelê şoreşgerî’ li vir hûn Rêbertî dibêjin hûn dixwazin çî bêjin.” Pirsî. Seven berisv da pirsa dozger û ev tişt got: “Min ev ji çapemeniyê wekî nîşe girt û li wir qeyd kirye. Li wir Rêbertî tê gotin qesta birêz Ocalan tê kirin.”
Piştî îkameyên delîlan heyeta dadgehê dîsa ji bo kesên girtî parastina xwe bikin navên wan xandin. Yên girtî “Bersiva Ez ne amade me dan” li ser vê mavê axaftinê dan weşanger Ragip Zarakolu. Piştî Zarokolu jî diyar kir ku ew ne amade ye, dadgehê jî diayr kir ku girtî ji parastinê re ne amade ne doz taloqî sibê kir.