Li Girkê Legê saziya zimanê kurdî bawernameyên asta yekemîn û ya duyemîn li şagirtên xwe belav kir, bi sedan şêniyên bajêr û her wiha hemû saziyên di bin banê Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Pêşverûy Kurdî û Partiya Yekîtî jî di merasîmê de amadebûn.
Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir, Serokê Meclisa Gel ya herêma Dêrikê Dr. Ebdulbaqî Hemo di vekirina merasîmê de got: "Gelê Kurd bi xwestek di fêrbûna zimanê xwe de bi îsrare, her çiqas ku rejimên serdest di herêmên Rojavayê Kurdistanê de zimanê Kurdî qedexe kiribe û siyaseta asîmîlasyonê li ser gelê Kurd dabe meşandin jî, lê gelê Kurd heya roja îro çand û zimanê xwe parastiye, îro bi vê parastinê bi ser dikeve".
Hemo di dawiya axaftina xwe de sipasiya mamosteyan kir û ji bo şagirtan jî serkeftin xwest.
Endama komîteya zimanê kurdî Sozdar Cûdî jî da diyar kirin ku, "Di van şert û mercên zehmet de pêwîste ku em bi hemû hêza xwe li her qadekî zimanê xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Her wiha xebatên ku heya niha me dayî meşandin, me ji dost û dijminên xwe re raber kiriye ku gelê Kurd xwe gihandiye astekî ku karibe xwedî li zimanê xwe derkeve û vî zimanî li herderê belav bike".
Endama Yekîtiya STAR Esma Mûrad jî di merasimê de axivî û destnîşan kir ku, "Pêwîste em di bin hemû şert û mercan de fêrî zimanê Kurdî bibin, ji bo ku nifşên nû jî fêrî zimanê dayîkê bikin, her ciqas di destpêka şoreşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de gelek hêz ji bo fêrbûn û perwerde kirina zimanê kurdî bûn asteng jî, lê belê bi keda endamên saziya zimanê kurdî gelê Kurd yê hezkiriyê zimanê xwe, ev pêngav bi serkeftî gihand roja me ya îro".
Di dawiya merasimê de bawernameyên şagirtan yên asta yekemîn û ya duyemîn ji aliyê mamoste û mêvanên amade ve li şagirtan hat belav kirin.
Her wiha endamên komîteya zimanê kurdî û mamosteyên amade dan diyar kirin ku, ew dê berdewam bin di fêrkirina zimanê kurdî de.