Li Fûkûşîma 'di asta bilind de' ava radyoaktîf herikiye
Li Fûkûşîma 'di asta bilind de' ava radyoaktîf herikiye
Li Fûkûşîma 'di asta bilind de' ava radyoaktîf herikiye
Li Japonyayê, di tanka depokirinê ya santrala nukleerî ya Fûkûşîma de, hat ragihandin ku 'di asteke bilind de' ava radyoaktîf herikiye.
Xwediyê santrala nukleerî Kargeha Enerjiyê ya Elektrîkê ya Tokyo (TEPCO) da xuyakirin ku herikîna ava radyoaktîf roja Duşemê ji aliyê xebatkarekî ve hatiye dîtin û ragihand ku herî hindik "300 ton" ava radyoaktîf herikiye.
Rayedaran dan xuyakirin ku ev rêje li gorî pîvanên nukleerî yên navnetewî "di asta herî nizm" de ye.
Li Japonyayê, erdheja sala 2011'an û tsûnamiya heman piştî wê, bûbû sedem ji santrala nukleerî ya Fûkûşîma di asteke bilind de madeyên radyoaktîf derkevin derve. Ji ber tsûnamî, sîstemên sarkirinê yên reaktorên santralan xera bûbûn û sê reaktor heliyabûn.