Li Fûkûşîma alarma ava radyoaktîf

Li Fûkûşîma alarma ava radyoaktîf

Li Japonayayê, Santrala Nukleerî ya Fûkûşîma her 'felaketê' diherikîne. Rayedaran dan xuyakirin ku ava binê erdê ya radyoaktîf a li santralê kom bûye, gihaştiye asteke divê tedbîr jê re bê girtin.

Rayedaran kamerayek şandin jêrzemîna santralê û di dîmenên hatin kişandin de xuya dike ku ava radyoaktîf a li binê erdê bi bendên hatine avakirin ve çûye.

Muhendîsê berê yê santrala nukleerî Masasî Goto îdîa kir ku rayedaran çi ji destê wan hatine kirine û got, "Rewşa niha gelekî mezin e ku Tepco bi tena serê xwe nikare kontrol bike. Eger bi rastî jî karibûya tedbîrên çêker bigirta, wê heta niha bigirtana. Ev bûyer ne bûyereke ji destê Tepco tê yan na. Ya ji dest tê dikin, lê bi rastî jî çareseriyeke têkûz nîne."

Eger ev ava bi radyoaktîf biherike nava deryayê yan jî derkeve rûyê erdê, wê di demeke kurt de radyasyon belav bibe û rê li ber felaketên mezin veke.

Xwediyê santralê TEPCO ku li rexneyên raya giştî ya Japon rast tê, qebûl kiribû ku li gel hemû tedbîrên wan jî ava radyoaktîf ketiye nava okyanûsê.

Erdej û tsûnamiya 11'ê Adara sala 2011'an a li bakurrojhilatê Japonyayê bûbû sedem ku ji santrala Fûkûşîma radyoaktîf derkeve derve û 160 hezar mirovên li herêmê ji cih û warên xwe hatibûn derxistin.