Li Fîlîpîniyan keştiya rêwiyan binav bû: 26 mirî, 200 wendahî
Li Fîlîpîniyan keştiya rêwiyan binav bû: 26 mirî, 200 wendahî
Li Fîlîpîniyan keştiya rêwiyan binav bû: 26 mirî, 200 wendahî
Li nêzî girava Cebû ya Fîlîpîniyan, keştiyeke rêwiyan li keştiyeke kargo qelibî û di encama binavbûna keştiya rêwiyan de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî tê gotin wenda ne.
Qeza li gorî saeta herêmî di 21.00 de rû da. Keştiya rêwiyan a tê de 870 rêwî û personel hebûn, li keştiya kargo qelibî û binav bû.
Qeza 3 km dûrî girava Cebû rû da û piştî qezayê bi sedan rêwiyan neçar man xwe biavêjin nava deryayê.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cesedê 26 kesan hatin dîtin, zêdeyî 200 kes jî wenda ne.
Li Fîlîpînê, ku ji 7 hezar û 100 giravan pêk tê, timî qezayê keştiyan rû didin. Herî dawî di sala 2008'an de qezayeke mîna vê rû dabû û 800 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di sala 1987'an de li Derya Sîbûyanê, keştiyeke rêwiyan li keştiyeke tankerê qelibîbû û di encamê de zêdeyî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.