Li Fîlîpînan ji nû ve avakirin dikare 10 salan dewam bike
Li Fîlîpînan ji nû ve avakirin dikare 10 salan dewam bike
Li Fîlîpînan ji nû ve avakirin dikare 10 salan dewam bike
Li Fîlîpînan tê gotin birînên bagera Haiyanê rê li ber vekiriye, ancax di deh salan de dikarin bên pêçandin. Tevî herêmên bager ji ser bihuriye tê payîn gelek herêm ji nû ve bên avakirin.
Pispor destnîşan dikin ku ji nû ve avakirina qadên peravê, dê demeke dirêj dewam bike. Bagera Haiyanê di 8'ê Mijdarê de bandor li Fîlîpînan kiribû û hema hema her tiştê derketibû pêşiya xwe serûbin kiribû.
Ya ku herî zêde bandor lê bû girava Leyte bû. Divê ji sedî 90 ê girava Leyte'yê ji nû ve bê avakirin.
Li Fîlîpînan 5 hezar û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1700 kes hînê winda ne û 4 mîlyon kes jî neçar man cih û warên xwe biterikînin. Tê gotin ku binesaziya giravê jî bi 563 mîlyon dolarî zerar dîtiye.
Endamê Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî Sanny Jegîllos got, "Ev karesat ewçend bêhempa bû ku bandoreke bi vî rengî li Asya Pasîfîk kir." Jegîllos ragihand ku ev karesat ji tsûnamiya 2004'an a li herema Aceh a Endonezyayê bi bandortir e.
Li gorî hesabên destpêkê, hikûmet diyare dike ku ji bo ji nû ve avakirinê pêwistî bi 250 mîlyar Pesosu'yê Fîlîpînê (5.7 mîlyar dolarî) heye.