Li Ewropayê li dijî penaberan operasyona neçîrê destpê kir
Li Ewropayê li dijî penaberan operasyona neçîrê destpê kir
Li Ewropayê li dijî penaberan operasyona neçîrê destpê kir
Duh ji saetên sibê de welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî penaberan û kesên bê kaxiz neçîra li dijî penaberan ‘Mos Maîourm’ da destpêkirin. Operasyona ku bi pêşengiya Îtalyayê hate destpêkirin de bi hezaran polîs tevlî bûn.
Ev operasyona ku mafê penabertiyê ji holê radike ji aliyê rêxistina bi navê ‘Statewatch’ ve ku helwestên li dijî maf û azadiyên welatiyan lêkolîn dike derket holê.
Statewatch daxuyaniyek da û got ku operasyona di 13’ê Cotmehê de destpê kiriye dê heta 26’ê Cotmehê bidome. Her wiha diyar kir ku hemû welatên Ewropayê ev operasyon qebûl kiriye. Tê gotin ku belgeya aîdî Operasyona bi navê ‘Mos Maîorum’ di malpera înternetê ya Yekîtiya Ewropayê de hatiye weşandin.
Di Belgeyên ku bi giştî ketin destê Statewatc tê îdîakirin ku armanca operasyonê ev e ku li dijî kesên qeçaxçîtiyê dike hatiye kirin û tê gotin ku serlêdanên pasaport û serlêdana penabertiyê tê kirin. Her wiha di belgeyê de tê gotin ku penaber çawa digihêjin Ewropayê dikin bin qeydan.
Tê gotin Frotex û Europol jî wê di operasyonê de cih bigire. Li qadan, garan, metropolan polîs kesên di aliyê dîtbariyê de cuda, rengên wan reşik wê bisekine û lêpirsîn bike. Pasaport û destûra wan a mayînê wê bê pirsîn. Di van kontrolan de kesên qeçax wê bên diyarkirin û bên dersînorkirin.
Sala buhrî li Swêdê operasyonek bi navê REVA hate kirin û polîs li metroyan û kolanan derketibûn neçîra penaberan. Piştî gelek çalakiyên protestoyî operasyon hatibû rakirin.
Parlamenterê Partiya Çep Chrîstîna Hoj Larsen pêşnûmepirsek da Parlamentoya Swêdê û mijar anî rojeva parlamentoyê. Larsen diyar kir ku ev operasyona li dijî penaberan ew matmayî hiştine.
Rojnameya rojane ya ETC di nûçeya xwe ya der barê mijarê de got ku Yekîtiya Ewropayê û Swêd bi operasyoneke ku li dijî penaberan biçewisîne tê sûcdarkirin.