Li Ermenistanê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Ermenistanê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Ermenistanê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li paytexa Ermenistanê Êrîvanê 35.salvegera damezirandina PKK’ê bi tevlîbûna sedan kesan, bi coş hat pîroz kirin.
Şahiya duh li paytexa Ermenistanê Êrîvanê pêkhatî de bi sedan Kurdistaniyên ji herêmên Elegeze, Oktonberiya îçmezin talin û Paytaxta Êrîvanê hatîn beşdar bûn. Şahiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê û marşa Ey Raqip destpê kir. Pişt re Endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasu derket ser dikê û gel silav kir û salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.
Dawud Karasu da diyar kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê di nava 35 salan de berdêlên mezin dane û got: ”Ev 35 sale Partiya Karkerê Kurdistanê li her çar parçê kurdistanê û her aliye cihanê dengê gelê Kurd bi bilind kir û îro ji saya wan şehîda, Rêber APO û gerîlayên me ve têkoşîn tê berdewam kirin.”
Piştî Serokê Komîteya Kurdistanê Jiniya Qadir derket ser dikê gelê amade silav kir û got: “Ez salvegera PKK’ê li we hemûyan û li gelê me piroz dikim. Hevîdikim ku sala 2014’an wê bibe sala azadiya Reber APO û azadiya gelê Kurd. Ji bo vê yekê pêwîste em hemû Kurd hen zêde têkoşîna xwe xurt bikin û tekoşinê berdewam bikin. Ji ber vê yekê partiya me ciwanan dest pêkiriye û wê bi ciwanan jî bi serkeve.”
Di dawiyê d e Serokê Şêwirmendiya Gelê Kurdê Ermenistanê Kinyasê Hemid jî axiftinek kir û wiha domand: ”Ez di serî de 35. salvegera damezirandina Partiya Karkerê kurdistanê li Rêber APO û gerîlayan û gelê welatparêz û hemû mirovahiyê piroz dikim û ez we bi dil û can silav dikim. Hêvîdikîm wê ev sal bibe sala azadiya Rêberê me Rêber Apo û gelê kurd”
Hemîdî da dawiya axiftina xwe de şoreş Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û salvega damezirandina PKK’ê li hemû gelê Rojavayê Kurdistanê jî pîroz kir.
Şahî bi bernameya hozan Kawa û sloganên “Bijî PKK”, “ Bijî Serok Apo” û govendê bi dawî bû.