Li Erîtreyê 10 hezar girtiyên siyasî hene
Li Erîtreyê 10 hezar girtiyên siyasî hene
Li Erîtreyê 10 hezar girtiyên siyasî hene
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî beriya 20’emîn salvegera serxwebûna Erîtreyê raporek weşand û diyar kir kul i vî welatî herî kêm 10 hezar girtiyên siyasî hene û gelek di bin şert û mercên dijwar de dijîn.
Rêxistina Efûyê di rapora xwe de da zanîn ku li vî welatî biçûk 10 hezar girtiyên siyasî hene. Pisproê Erître yê rêxistinê Claîre Beston wiha got: “Hikûmet ji bo ku muxalîfan bipelçîqîne, dengê wan bi çewisîne û serî bi wan bide tewandin her kesî ceza dike û bi awayekî keyfî tevdigere.”
DIKIN HUCREYÊN BINERDÊ
Li gorî raporê hejmara girtiyan a zelal nayê zanîn û hate gotin ku ev girtî di hucreyên bin erdê an jî konteyniran de tên girtin. Claîre Beston destnîşan kir ku îşkence di dema lêpirsînê de bê navber tê kirin û got: “Di gelek bûyeran de agahiyan nadin malbatan. Piştî girtinan jî der barê mijarê de agahî danin. Kî serokwezîr Îssaîsas Afeworkî rexne bike tê girtin û rastî îşkenceyê tê.
SERXWEBÛN ÎLAN KIR, BÛ DÎKTATOR
Bi pêşengiya Issaias Afeworki serhildêran 30 salî şer meşandin û piştî 30 salî di 1991’ê de li hemberî Etîyopyayê serxwebûn qezenc kir. Du sal şûnde referandum kir û di 24’ê Gulana 1993’an de serxwebûna Erître îlan kir. Li hemberî rêveberiya Erître hêviyên mezin yên demokratîkbûnê hebûn û qada navnetewî jî piştgirî dayê. Lê rejîma Afewordî piştre bû dîktator.