Li Erfurt ji bo Kobanê meş
Li Erfurt ji bo Kobanê meş
Li Erfurt ji bo Kobanê meş
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li bajarê Elmanya yê Erfurt çalakiyek hat lidarxistin. Di meşa li ser banga NAV-DEM Thurîngen zêdetirî 300 kesî beşdar bûn.
Kurdistanî û dostên wan ên ji her deverên Eyaleta Elmanya hatin bi armanca piştgiriya bi Kobanê re li navenda Erfurt meşiyan. Kesên bênavber bi dirûşmayan meşiyan pankart û dowîzên hovîtiya çeteyên DAIŞ vedibêjin hilgirtin û bi sedan belavok belav kirin.
Xwepêşanderan durûtiya koalîsyona navneteweyî ya li hember DAIŞ hatiye avakirin rexne kirin û xwestin qedexeya li hember PKK’ê rabe.
Di meşê de ji Yekîtiya Piştevaniya Civakî ya Erfurt Marîanne Kroger û ji Partiya Keskan endama Meclîsa Eyaleta Thurîngen Madeleîne Henflîg axivîn. Marîanne Kroger behsa alîkariya ji bo nexweşxaneya Kobanê û girîngiya NAV-DEM kir. Madeleîne Henflîg jî xwest zextên li hember dewleta Tirk a destekê dide DAIŞ bên zêdekirin.
Xwepêşanderan dema di navenda bajêr Anger derbas bûn, li nuqteya ku xetên tramvayê digihêjin hev çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk anîn. Di çalakiyê de ku trafîk kilîd bû, xwepêşanderan bal kişandin ser rewşa dawî ya li Kobanê û Rojava. Xwepêşander paşê heta avahiya Serokwezîrtiya Eyaleta Thurîngen meşiyan. Xwepêşandan li vir bi axaftin, dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.
Çavlirê ye çalakî û xwepêşandanên li Erfurtê ji bo Kobanê tên lidarxistin heta roja Duşêmê bidomin.