Li Enqereyê bi hezaran kes daketin qadan

Li Enqereyê bi hezaran kes daketin qadan

Li Qada Kizilayê bi boneya kuştina Ahmet Atakan şermezar bikin bi hezaran kes daketin kolanan û meş pêk anîn. Girseya ku daket kolalanan li Kizilayê rastî mudaxaleya polîsan a hişk hatin. Bi hezaran kesên li Tuzluçayir û Dikmenê daketin kolanan ber bi qada Kizılayê ve dest bi meşê kirin. 

Bi hezaran kesên ku li Kizilayê daketin kolanan û kuştina Ahmet Atakakan ê bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir; rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hatin. Nêzî 5 hezar kesên ku li Qada Kizilayê kom bûn, rastî mudtaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale kir û girsê jî bersîv da. Alozî didome. Li aliyê din bi hezaran kesên ku ji qada Tuzluçayir û Dikmenê kom bûn ber bi Qada Kizilayê ve meşiyan. Çalakî û meş didome.