Li Elmanyayê rêjeya bêkariyê kêm dibe lê...
Li Elmanyayê rêjeya bêkariyê kêm dibe lê...
Li Elmanyayê rêjeya bêkariyê kêm dibe lê...
Li mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropayê (YE) Elmanyayê, tevî neyîniyeke qismî ya daneyên aboriyê, rêjeya bêkariyê kêm dibe. Rewşa nakok a bêkariya bi rêjeya mezinbûna aboriya welêt jî, rê li ber fikaran vedike.
Li gorî hejmarên Saziya Dîtina Kar a Federal (BA) di meha Cotmehê de weşand, hejmara bêkariya li Elmanyayê li gorî meha derbasbûyî bi kêmbûna 75 hezar kesî re daket asta 2 mîlyon 733 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê ji sedî 0,2 kêm bû û daket asta ji sedî 6,3. Bi vî rengî daket asta herî kêm a sê salên dawî.
Midûrê Giştî yê BA Frank-Jurgen Weise da xuyakirin, ku di kêmbûna hejmara bêkaran de, demsala payîzê ya dereng bandora xwe nîşanda û bandora başbûna aboriya Elmanyayê heye, ku li gorî bendewariyan baştir bûye. Weise ragihand ku bendewariyên wan ên der heqê sala pêş de jî erênî ye.
Li gorî daneyên BA, li gelemperiya Elmanyayê serlêdanên kargehan ên ji bo wergirtina karkeran 517 hezar e, ev hejmar li gorî sala derbasbûyî 51 hezarî zêde bûye. Hat ragihandin ku di rapora bêkariya mehane de, hejmarên bicihkirina li kar a li welêt, hîngê gelekî zindî ye.
Midûrê Giştî yê BA Weise diyar kir ku armanca mezinbûna aboriyê ya hikûmetê ji bo sala pêş weke rêjeya ji sedî 1,3 sê destnîşan kiriye, wê bandorê zêdebûna bêkariyê neke û îdîa kir ku nakokiya di navbera mezinbûna aboriya Elman û îstihdamê de mîna berê teng nîne.
Tevî kêmbûna bêkariyê jî rewşa aboriya Elman hin derdoran dixe nava fikaran. Ji pisporên aboriya gel a banka ING-Diba Carsten Brzeski anî ziman ku bazara îstihdamê ya Elman ji aboriya reel qut dibe û di wê baweriyê de ye ku hin reforman û guherînên demografîk alîkariyê dide hevsengiya hejmara bêkariyê. Brzeski bibîr xist ku di salên 90'î û 2000'î de ji bo kêmkirina hejmara bêkariyê salane pêwîstî herî kêm bi rêjeyek ji sedî 1,5 a mezinbûna aboriyê hebû û diyar kir ku di rastiyê de hilberîn zêde nebûye û îstihdam jî herî zêde di sektora xizmetê de tê dîtin, ev jî neyînî ye.
Li gel kêmbûna bêkariyê jî, daneyeke din a neyînî ya li bazara îstihdamê ya li Elmanyayê, di perwerdeya pîşeyî de tê dîtin. Di çarçoveya perwerdeyên pîşeyî yên îsal de, di navbera kargeh û xwendekarên li welêt de 473 hezar 400 peyman hatin morkirin, ev yek li gorî pal bi rêjeyeke ji 9 hezarî kêm e.