Li Elmanyayê bal li sendîkaya makînîst e

Li Elmanyayê bal li sendîkaya makînîst e

Dema xebatkarên rêyên hesinî yên berî du hefteyan li Elmanyayê bi greva ji 50 saetî nerazîbûna xwe nîşan dabûn hat dayîn, îro temam dibe. Li vî welatî, bal li ser biryareke gengaz a sendîkaya makînîstan a bi navê GDL ye, ku tê payîn îro bide.

Makînîstên Elman ên di 17-20'ê Cotmehê de 50 saetan grev kirin, di asteke girîng de trafîka rêyên hesinî ya li welêt, sekinandibûn. Grev li ser banga Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) pêk hatibû. Li dû grevê hatibû ragihandin ku wê heta hefteyekê, piştre jî hatibû diyarkirin ku heta 2'ê Mijdarê (îro) wê grev neyê kirin.

Ji bo muzakereyan dema ji kargeha rêyên hesinî ya federal 'Deutsche Bahn' re hatibû naskirin îro tmam dibe. Lewma bala li ser sendîkaya GDL ye. GDL, tevî zêdekirina heqdestên zêdeyî 20 hezar makînîstan, dixwaze dema xebatê ya heftane 39 saet e bi 2 saetan bê kêmkirin û ji dema kar a zêde zem bê kirin. Sendîka her wiha dixwaze ji bo kontrolkarên trenê, endamên servîsê û hemû xebatkarên din ên di seferan de cih digirin, muzakereyê bike.