Li Efxanistanê teqîn: 14 jin û zarokan jiyana xwe jidest dan

Li Efxanistanê teqîn: 14 jin û zarokan jiyana xwe jidest dan

Li goristanek ya herêma Nangarhar a Efxanistanê di encama teqîna bombeyekê de ku bi temamî  jin û zarok in 14 kesan jiyana xwe ji dest da.  

Li gorî daxuyaniya rayedaran  teqîn li eyaleta Nangarhar pêk hatiye. 14 kesên ku hemû jin û zarok in dema li nêzî gorên xizmên xwe ji bo seyranê rûniştibûn di encama teqîna bombeyê de jiyana xwe ji dest dan.   

Li eyaleta ku paytexta wê Celalabad e, di hefteyên dawî de gelek çalakiyên bombeyî û întîharî pêk hatibûn.