Li Efxanîstanê mirinên sivîlan sedê 23’ê zêde bû
Li Efxanîstanê mirinên sivîlan sedê 23’ê zêde bû
Li Efxanîstanê mirinên sivîlan sedê 23’ê zêde bû
Li gorî rapora UNAMA ya misyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanîstanê, di nîvê sala 2013’an de li Efxanîstanê di pevçûnan de mirinên sivîlan sedê 23’ê zêdebûye.
Dagirkeriya ku li Efxanîstanê NATO ya di pêşengiya DYA’yê de berdewam dike, di şer de sivîl mexdûrên yekemin. Di şerê ku di bin navê demokrasî û aştiyê “tekoşîna li dijî terorîzmê” dimeşînin, hem di bombebaranên NATO hem jî di êrîşên Talîbana de herî zêde sivîl jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî rapora UNAMA di şeş mehên destpêka sala 2013’an di mirinên sivîl ya jin, zilam, zarok û birîndarbûnan de, li gorî sala 2012’an sedê 23’ê zêdebû.
MIRINÊN JIN Û ZAROKAN PIR ZÊDEBÛN
Di navbera 1’ê Çileyê heya 30’ê Tîrmehê di pevçûnan de 1.319 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 2.533 kes jî birîndar bûn. Dema ku bi heman demê sala 2012’an tînin berhev, di mirinan de sedê 14, di birîndarbûnan de jî sedê 28 zêde bûye. Rapora UNAMA bal dikişîne ser ku mirinên jin û zarokan zêde dibe.
Di 6 mehên destpêka salê de ji ber sedemên tundiyê 106 jinan jiyana xwe jidest da, 241 jî birîndar bûn. Li gorî heman dema sala 2012’an ji sedê 61 zêdebûye. Yanî di heman demê de sedê 30 zêdebûye, 231 zarokan jiyana xwe ji dest da û 529 zarok jî birîndar bûn.
Li gorî raporê weke ku di sala 2012’an de çêbûyî, herî zêde mirinên sivîlan ji madeyên teqemeniyê rûdaye. Di nîva sala 2013’an de van bombeyan 443 can birin, 913 sivîl jî birîndar bûn. Dema ku bi nîvê sala 2012’an re tê qiyaskirin sedê 34 zêdebû ye.
DI PEVÇÛNAN DE SEDÊ 42 MIRINÊN SIVÎLAN ZÊDEBÛN
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de bal dikişîne ser pevçûnên di navbera Talîban û hêzên Efxan ên zêde dibin, mirin û birîndarbûnên sivîlan zêde dibin û di vê mijarê de elerimê dide. Di van pevçûnan de herî zêde rê li ber mirinên sivîlan vedike. Li gorî raporê 207 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 764 jî birîndar bûn. Li gorî nîvê sala 2012’an qasî rêjeyekî sedê 42 zêdebûye.