Li Efganîstanê 3 leşkerên NATO hatin kuştin
Li Efganîstanê 3 leşkerên NATO hatin kuştin
Li Efganîstanê 3 leşkerên NATO hatin kuştin
Li Efganîstanê, di encama êrîşeke întiharî de 3 leşkerên NATO û Efganekî werger dikir, mirin.
Li gorî daxuyaniya Hêza Piştgiriya Navnetewî (ISAF) a ser bi NATO'yê, li rojhilatê welêt di encama teqînekê de 3 leşker hatine kuştin, lê der heqê nasnameya leşkeran de agahî nehat dayîn.
Rayedarên Efgan jî dan xuyakirin ku li eyaleta Wardakê, di dema derbasbûna konvoya leşkerên NATO'yê de êrîşkarê li ser kerê, bombeyên li ser xwe teqand û di encamê Efganekî werger dikir jî jiyana xwe ji dest daye.
NATO ku di meh Hezîranê de berpirsyariya ewlekariyê radestî hêzên Efgan kir, li vî welatî xwedî 97 hezar leşkeran e.
Hejmara leşkerên NATO'yên di nava vê salê de li Efganîstanê hatin kuştin, 100 derbas kir.
Tê payîn, leşkerên biyanî yên li Efganîstanê, heta dawiya sala 2014'an welêt biterikînin.