Li Edeneyê meşa ‘Ji Ocalan re azadî’

Li Edeneyê meşa ‘Ji Ocalan re azadî’

Di meşa li Edeneyê ya dibin pêşengtiya Rêxitina BDP’ê pêkhatî de, hezaran kesî daxweza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Dibin pêşentiya Rêxistina BDP’a  Edeneyê de bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû" li taxa  Dagliolûya navçeya Seyhanê haya rêya Kibrisê meş pêk hat.

Di destpêka meşê de wesaîta BDP’ê li kolanan onos kir û bang li hemwelatiyan kir beşdarî meşê bibin.

Girseya ku wêneyê Ocalan hilgirtî, slogana "Bijî Serok Apo" di avêtin û wesîtên di rê de derbas dibûn bi korneyên xwe piştgiriya meşê di kir.

Girse li rêya Kibrisê de meşiya û pankarta li ser “ Pakêta Erdogan  gelê Kurd tine di hesîbine em naxwazîn,  em pakêta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiyê dixwazaîn”, "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê statû" û  "Bila mafê bingehîn yê gelê Kurd di mekezagonê de cih bigre.”nîvîsîn hilgirtin. Di meşê de endamê BDP’ê yên PM’ê Îbrahîm Yakut û Ferhat Encu, Endamê Meclisa Jinan ya BDP’ê, Rêberên navçê û bajêr , Seroka  TUHADER’a Edeneyê  Saniye Seçkîn, Aktîvistên Meclisa Ciwanên BDP’ê û Aktivîstên Dayîkên Aştiyê amadebûn.

Di meşê de hinek jinên bi temen yên gupal di destê wam de heyîn meşa wam bal di kêşand. Di meşê de hemwelatiyên kêmendam jî hebûn. Hemwelatiyên li derdora meşê di şaneşînên malê xwe de bi nîşaneya serkeftinê pişgirî dan meşê. Piştî meşê girseyê rê ya Kibrisê ji hatin û çûnê re girtin. Li gel merşa Çerxa Şoreşê deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Rêberê BDP’ê Nîhat Doganer daxuyanî li ser navê girseyê xwend. Doganer da diyar kirin ku li rexmê ji Newrozê û vir ve ji aliyê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan ve rêyên çareseriyê hatiye vekirin jî hikûmeta AKP’ê gavek erênî ne avêt. Destnişan kir ku ‘pakêta demokrasiyê’ ya duh ji aliyê Erdogan ve hatî diyar kirin bê siyasatmedarên Kurd amade kiriye. Vê nêzîk bûnê jî bi xwe re encamekî cidî bi xwe re neanî.

Meş piştî daxuyaniyê bi sloganan bi dawî bû.

Piştî girse bilav bû komek li taxa Daglîoglûyê li ser rêy a Bahçelîevle yê ber bi karakûla polîsan ya Şehît Mehmet Alî Aslan ve meşiyan. Li ser vê yekê polîsan bi maşîneyên zirxî û bambayên gazê mudaxaleyî girseyê kir. Piştî mudaxaleyê girse di nav kolanan de belav bû.