Li Edeneyê li hember xwendekaran êrîşa nîjadperest

Li Edeneyê li hember xwendekaran êrîşa nîjadperest

Xwendekarên ku ji bo Aydin Erdem ê li Zanîngeha Çukurova ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin belavok belav dikirin, rastî êrîşa komek nîjadperest hatin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Xwendekarên Demokratîk Welatparêz a Zanîngeha Çukurova (DEM-YOM), ji bo Aydin Erdem ê xwendekarê Zanîngeha Dîcle yê di 6'ê Kanûna 2009'an de bi gulleya polîsan jiyana xwe ji dest da, wê sibe li Zanîngeha Çukurova qada R1 merasîmeke bîranîne pêk bînin. Dema xwendekaran ji bo merasîmê li Xwaringeha Navendî belavok belav dikirin, rastî heqareta komeke nîjadperest hatin û di navbera koma nîjadperest û xwendekarên ku belavok belav dikirin de gengeşeyeke demkurt rû da. Di gengeşeyê de jineke ku navê wê nehat zanîn birîndar bû.
Piştî êrîş hat bihîstin xwendekarên ku hatin qada R1 bi dirûşmayan êrîş şermezar kirin.