Li Edeneyê Kurd li dijî komployê daketin qadan
Li Edeneyê Kurd li dijî komployê daketin qadan
Li Edeneyê Kurd li dijî komployê daketin qadan
Ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Edeneyê, Komploya 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin bi meşê hat şermezarkirin. Piştî meşê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin, hêj bûyer didomin.
Li Edeneyê di pêşengiya rêxistina BDP'ê ya Edeneyê de ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê ku di encamê de RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin, li Taxa Daglioglu ya Seyhanê meş hat lidarxistin.
Endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Îbrahîm Yakut, endama meclisa jinan ya BDP'ê Suzan Kiliç, serokê rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ugur Bayrak, rêvebirên BDP'ê, TUHADER, DOKH, aktîvîstên Meclisa Ciwanan ya BDP'ê û gelek kes tevli meşê bûn. Girse li kolana Bahçelîevler kom bûn û pankarta ku li ser wêneyê Ocalan hebû û nivîsa; "Ev ji dewleta AKP'ê re hişyariya dawî ye. Ji bo me esareta Rêber Apo sedema rakirina qiyametê ye" hat vekirin. Meş ber bi nûnertiya BDP'ê ya Daglioglu berdewam kir. Di dema meşê de rê ji trafîkê re hat girtin û bênavber dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", hatin berzkirin. Di meşê de jinan tîlîlî kişandin û bi çepikan komplo şermezar kirin û welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan meşê.
'EM KOMPLOYÊ LENET DIKIN'
Meş li ber avahiya nûnertiya BDP'ê ya Daglioglu bi dawî bû û li vir ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Serokê rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ugur Bayrak anî ziman ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de di şexsê Ocalan de li hember hemû kurdan komplo pêk hatiye û wiha got: "Wekî ku hûn jî dizanin, 15 sal berê, di 9'ê Cotmehê de li hember mirovahî û gelên Kurdistanê komployek pêkhat. Ji bo komplo vala bê derxistin heta niha gelek têkoşîn hatin meşandin û dê li vir wiha jî têkoşîn bê meşandin. Em vê komployê lenet dikin."
DI NAVBERA CIWAN Û POLÎSAN DE PEVÇÛN
Piştî axaftinan girse bi çepik û berzkirina dirûşman belav bû. Piştî ku girse belav bû, komek ciwan li taxê çalakî pêk anî. Endamên YDG-H'ê ber bi Qereqola Polîsan ya Şehîd Mehmet Alî Aslan dest bi meşê kirin. Polîsan li ber avahiya qereqolê tedbîrên berfireh girtin û xwestin ciwan belav bibin. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê, mermiyên plastîk û bombeyên deng mudaxaleyî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotof kokteyl, û fîşengên hewayî bersiv dan polîsan. Ciwanan li kolanan barîkat danîn û agir pêxistin.
Li taxê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn didomin.