Li Edeneyê ji bo ‘zimanê dayîkê’ meş
Li Edeneyê ji bo ‘zimanê dayîkê’ meş
Li Edeneyê ji bo ‘zimanê dayîkê’ meş
Şaxa KURDÎ-DER’a Edeneyê bi daxwaza “perwerdeya zimanê dayîkê” meş hate li darxistin.
Şaxa KURDÎ-DER’a Edeneyê bi daxwaza “perwerdeya zimanê dayîkê” li ber Nûnertiya BDP’ê ya Taxa Gulbahçeyê heya Dibistana Seretayî ya 80’mîn Sal pêkhat. Di meşa ku gelek welatî tevlîbûyîn de, rêveberên MEYA-DER û rêveberên navçe û bajar ên BDP’ê jî piştgirî danê.
Di meşa ku pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” hate vekirin, dowîzên “Bê ziman jiyan nabe”, “Sonda ji bo hebûna tirkan nîjatperestiye”, “Rastim jêhatîme lê belê ne tirkim” vekirin. Her wiha bênavber sloganên “Bê ziman jiyan nabe” , “Bijî serok Apo”, “Ez kurdim bextewarim”, “Zimanê dayîkê mafê me ye” qîrkirin û li ber Dibistana Seretayî ya Sala 80’mîn daxuyanî hate dayîn.
Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER’a Edeneyê Reşîd Gultekîn da diyarkirin ku, pêwîste qedexeyên li ser zimanê dayîkê bêne rakirin û got: “Êdî destên xwe ên qirêj li ser gelê Kurd rakirin. Li cîhanê çil milyon Kurd hene. Êdî hûn dê hebûn û zimanê Kurdan qebûl bikin, neçarin qebûl bikin. Êdî li beramberî we Kurdê berê tune ye.”
Piştî daxuyaniyê sloganên “Bê ziman azadî nabe”, “Em perwerdeya zimanê dayîkê dixwazin” qîr kirin.