Li Edeneyê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Edeneyê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Edeneyê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Edeneyê ciwanên ji bo protestoya komploya li himberî Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan da ketîn qadan, di navbera wan û polîsan de pevçûn derket.
Li semta Şakirpaşayê taxa Ovayê û li rêya Şakirpaşayê bi sedan ciwan hatin li gel hev û bend danîn. Ciwanan li nevçeya Seyhan li taxa Barbaros û Gulbahçeyê rê ya sereke li trefîqê girtin.
Li taxa navçeya Seyhanê Dagliogluyê ciwanên hatîn li gel hev rê ji trafîqê re girtin. Pişt re berbi Karakula Şehît Elî Aslan ve meşiyan. Li milê din li taxa Kuçukdikiliyê ji rê girtin û polîsan êrîş kir koma ciwanan.
Her wiha li taxa Hurriyetê li qada Guney Yildizê komek ciwan hatin li gel hev û rê ji trafiqê re girtin. Polîsên hatîn cihê bûyerê bi maşîneyên zirxî kir li ser çelekgeran. Komê jî bi keviran, bombeyên deng û molotofkokteylan bersiva polîsan dan.
Li rêya taxa Anadoluyê Çûkûrovayê komek ciwan hatin li gel hev û rêya sereke ji trafîqê re girtin. Polîsên hatîn cihê bûyerê bi bombeyên gazê, maşîneyên zirxî, ava şit û guleyên plastîk êrîşî komê kirin. Komê jî bi keviran, bombeyên deng û molotofkokteylan bersiva polîsan dan.
Li navçeyên Edeneyê taxên girêdayî Seyhanê û Yuregirê Şakirpaşa, Ova, Onur, Uçak, Denizlî, Gulbahçe, Barbaros, Yenîbey, Hurriyet, Kuçukdikili, Daglîoglu, Koza, Yûnûs Emre, Anadolu, 19 Mayis û Havûzlubahçeyê esnafan ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê derê dikanên xwe nevekirin.