Li dora Sûmatra erdheja bi dijwariya 6.4
Li dora Sûmatra erdheja bi dijwariya 6.4
Li dora Sûmatra erdheja bi dijwariya 6.4
Li dora Girava Sûmatra ya Endonezyayê, bi dijwariya 6'an erdhejek rû da. Piştî erdhejê, alarma tsûnamî ya jê dihat tirsîn, nehat dayîn.
Înstîtuya Jeofîzîk a Emerîkî (USGS) diyar kir ku erdhej bi dijwariya 6.4 e. Li gorî agahiyan, erdhej 23 kîlometre li binê erdê yê 154 kîlomet re li başûrê Sungaipenhuh ê nêzî komgiravên Mentawî rû daye. Ji ber erdhejê zerar rû neda.
Li heman komgiravê di sala 2010'an de bi dijwariya 7.7'an erdhejekê rû dabû û tsûnamiya ji ber erdhejê çê bûbû, rê li ber mirina 400 kesî vekiribû.
Rayedarekî saziya jeofîzîk û meteorolojiyê da xuyakirin ku gefa tsûnamiyê vê gavê nîne. Roja Sêşemê di erdheja bi dijwariya 6.1 ya li eyaleta Acep a bakurê Sûmatrayê de, 35 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 16 hezar kes birîndar bûbûn.