Li Dîlokê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezar kirin

Li Dîlokê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezar kirin

Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê, salvegera derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriyê bi meşek şermezar kir.

Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Dîlokê, salvegera derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriyê bi meşek şermezar kir. Meş piştî 2'emîn Kongereya Awarte ya Komeleya Hemwelatiyên Azad a li Taxa Karayilanê pêk hatî, ber bi Kolana Zeynel Abîdîn ve pêk hat. Di nava sedan kesî de Parlementerê BDP'ê yê Colemergê Adil Zozanî, Endamê PM'ê yê BDP'ê Nîhat Akdogan, hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Dîlokê Semra Şansal û Bedran Fermanoglu, rêveberên rêxistina BDP'ê yên navçeyên Şehîtkamîl û Şahînbey, nûnerên KURDÎ-DER'ê jî hebûn tevlî meşê bûn.

 Di meşê de diruşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok" û "9'ê cotmehê roja reş e" hat berzkirin û ji bo şermezarkirina 9'ê cotmehê bi metreyan dirêj paçê rej hat vekirin. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê Semra Şansal, daxuyanî da û pêvajoya di 9'ê cotmehê 1998'an bibîrxist û got "9'ê cotmehê ji hêla kurdan ve vala hat derxistin."

Şansal, ev tişt gotin: "Gelê me li dora Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bû çeper, dê êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdistana Bakûr û Rojava jî vala derbixe. Gelê kurd dê mafên xwe yên demokratîk, ziman, nasname û siyasî bi têkoşîna dide re bidest bixe. Em wek gelê kurd, 9'ê cotmehê komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin."

Piştî axaftinan çalakî bi avêtina dirûşmeyan dawî bû.