'Li dijî tecrîdê divê hunermend û rewşenbîr bi erka xwe rabin'

Kevana Zêrîn got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin em bang li hunermend û rewşenbîran dikin ku li ber xwe bidin û bi rola xwe rabin."

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê Kevana Zêrîn daxuyaniyek weşand û got, "Nêzî 20 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin ku di bin tecrîdeke giran de ye. Ev rewşa ku cihê xwe di hiqûqê de nîne, herî dawî piştî ku CPT çû Îmraliyê û ragihand ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatiye kirin, gelê Kurd û dostên wan hîn bûn ku hevdîtineke bi vî rengî nehatiye kirin, lewma jî fikarên li ser rewşa Rêberê me zêde bûn. Ev fikar bû hêrsek li hemberî helwesta saziyên navneteweyî ya binpêkirina hiqûqa xwe."

'METIRSIYEKE MEZIN LI SER HEBÛNA FÎZÎKÎ YA RÊBERÊ ME HEYE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana Rêberê me û gelê me ku bi navê mirovahiyê nîşan dide, li gel lîstik, fen û fûtan dewam dike. Lê belê êrîşên li ser Rêberê me ku ji bo gel û jinên Kurd xeta sor e û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê me 24 sal in bi rê û rêbazên cuda dewam dikin. Ev qonaxa nû ku CPT jî tevlî bûye, metirsiyeke cidî li ser hebûna fîzîkî ya Rêberê me çêdike. Ji ber vê yekê di serî de Kevana Zêrîn em bang li hunermendên jin, hemû hunermendan û rewşenbîran dikin ku heta CPT daxuyaniyekê bide û parêzer û malbata Rêberê me biçin hevdîtinê pê re bikin, bi çalakiyan wezîfeya xwe pêk bînin. Eger em îro karin muzîk, şano, sînema û hunera bi Kurdî bikin ev yek bi saya Rêber Apo û wan lehgan e ku bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin. Heta ku em encamê werbigirin bi hunera xwe dakevin qadan, heta tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin li ber xwe bidin û rewşenbîr û hunermend bi rola xwe rabin."