Li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Ceyhan êrîş
Li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Ceyhan êrîş
Li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Ceyhan êrîş
Li dijî lûleyeke petrolê ya di navbera Kerkûk û Tirkiyeyê de êrîşeke bombeyî pêk hat. Ji ber êrîşê şandina petrolê hat rawestandin.
Êrîşa îro li herêma Nînova nêzî navçeya Albu Cahaş pêk hat. Rayedarekî asta jor ê Şîrketa Petrola Bakur da xuyakirin ku hilberîna petrolê berdewam dike lê petrola nesaf hatiye stokkirin.
Ev lûleya petrolê di sala 2012’an de 30 caran zêdetir rastî êrîşan hatiye. Lûleya petrolê ya Kekûkê bi Ceyhanê ve girêdide 970 kîlometre dirêj e.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Asim Jîhad, di daxuyaniya xwe ya beriya niha de destnîşan kiribû ku ji ber ev xeta petrolê timî rastî êrîşan tê wê xeteke nû ya petrolê çêbikin. Bi vê re tê xwestin ku îxracata petrolê jî were zêdekirin.
Iraq di Rojhilata Navîn de di aliyê hilberîna petrolê de duyemîn welat e. Ji sedî 90’î zêdetir dahata Iraqê bi saya îxracata petrolê ye.