Li dijî extiyariyê derman hat dîtin
Li dijî extiyariyê derman hat dîtin
Li dijî extiyariyê derman hat dîtin
Zanyaran ji bo ku temenê mirovan 10 salan dirêj bibe derman dîtin.
Li gorî lêkolîneke ku di kovara New Scientist de hate weşandin de dermanê bi navê rapamycîn ku ji aliyê nexweşên ku neqla organê kirine ve tê bikaranîn, temenê mirovan nêzî 10 salan dirêj dike.
Zanistan ev li ser mişkan ceriband û derket holê ku derman ji sedî 14 temenê mişkan dirêj kiriye.
Cureyên dermanan ên wek rapalog tê binavkirin û di dermankirina pençeşêrê de tê bikaranîn jî pêşî li hêdîbûna pergala xweparastina beden ku bi extiyarbûnê re tê digire.
DIBE KU MENOPOZ TEVLÎ DÎROKÊ BIBE
Li aliyê din derket holê ku di lêkolînên ku li ser nexweşên şekir ê Tîpa 2 dermanê bi navê Metformîn bi kar tînin hatiye kirin, menopoz bi wan re nayê dîtin û dema wan jiyanê ji sedî 5 zêde bûye.
Niha xebata herî berfireh a der barê dirêjkirina temen de Google dimeşîne. Google sala buhrî ji bo ku saziya Calîco hilberînên dij-ageîng pêş bixe cerebanên klînîkî yên herî berfireh dikin. Lijneyê ji bo xebatên xwe yên hete niha meşandiye 70 mîlyon dolar veqetandiye.
Di qada global de temenê mirovan bi giştî hinek di ser 65’an de ye. Li welatên pêşveçûyî temenê mirovan bi giştî 81.5’e.