Li dijî biryara heqê rê ya wesayîtên biyanî ya Almanyayê nerazîbûn

Li dijî biryara heqê rê ya wesayîtên biyanî ya Almanyayê nerazîbûn

Li Almanyayê fikra ku dê ji bo wesayîtên biyanî heqê bikaranîna rê bê dayîn, welatên cîran xist nava tevgerê. Di Peymana Koalîsyona CDU/CSU-SPD’ê heqê rê  cih girtibû û li dijî vê hikûmeta Hollanda û Avusturyayê ket nava tevgerê.

Bertekên li dijî vê biryarê demek nêz de hat. piştî hikûmeta Avusturyayê hikûmeta Hollandayê jî diyar kir ku dê mijarê bibin Dîwana Edeletê ya Ewropayê.
Wezîrê veguhestinê yê Avusturyayê Borîs Bures duh daxuyaniyek da û got ev vê pêkanîna 

Almanyayê ku pere ji wesayîtên biyanî digirin, qebûl nake û got ev li dijî Yekitiya Ewropayê ye. Bures got ev newekheviye û got dê li dijî vê derfetên xwe bikarbînin.

Wezîrê veguhestinê yê Hollandayê Melanîe Schultz jî bi hevpîşeyê xwe yê Almanyayê Peter Ramsauer re hevdîtinek kir û nerehetiya xwe ya bo projeyê anî ziman. Schoult got ev li dijî hiqûqa YE’yê ye û got dê bibin Dîwana Edeletê.